Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Parêzgarê Hewlêrê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kir.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kir û ragihand: “Pêwîst e bi awayekî dadperwerane, xizmeta hemû nişteciyan û pêkhateyên cuda yên parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybetî jî xelkê hejar û kêmdebar.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Parêzgarê nû yê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kir.

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Parêzgarê Hewlêrê kir û di erkên wî de hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û tekezî li wê yekê kir ku pêwîst e bi awayekî dadperwerane, xizmeta hemû nişteciyan û pêkhateyên cuda yên parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybetî jî xelkê hejar û kêmdebar.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku bi her awayî piştevaniya Parêzgarê Hewlêrê dike ji bo di erkê xwe de serkeftî bibe û bi awayê herî baş xizmeta welatiyan bike.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw spasiya piştevaniya Serokwezîr kir û diyar kir ku ew ê bi hemû şiyana xwe bixebite ku di asta mitmane û hêviyên xelkê de be, ji bo zêdetir vejandin û pêşxistina Hewlêrê.