Wezareta Tendirustiyê: 5 haletên biguman ên nifşê nû yê Koronayê hene

Wezareta Tendirustiyê ragihand, hemû alavên destnîşankirinê ji amêrên taybet û testên teybet ên nifşê nû yê Koronayê hatine peydakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 5 haletên gûmanlêkirî yên nifşê nû yê Koronayê hene, bi amêrên taybet tên piştrastkirin.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Derbarê nifşê nû yê vîrûsa Koronayê de, hemû alavên destnîşankirinê ji amêrên taybet û testên teybet ên vê vîrûsê hatine peydakirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Wezîrê Tendirustiyê parêzgeh û îdare raspardine ji bo amadekariyên temam ên testkirinê li sînorên xwe wek awayê testkirina nifşê nû yê vîrûsa Koronayê li firokxaneyan tên kirin bikin, pêketiyan bişopînin û hevahengî û hevkarî di navbera taqîgehên tendirustî yên giştî li parêzgehan de bê kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, parêzgeha û îdare hatin raspardin ji bo bi hilmetên hişyariya tendirustiyê rabin ji bo xweparastina welatiyan rabin û rêkarên tendirustiyê xurt bikin.

Wezareta Tendirustiyê ragihand, niha 5 haletên biguman ên nifşê nû yê Koronayê hene, bi amêrên taybet tên piştrastkirin.