Ebdî: Sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekrêziya kurdî pêk neyê
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî got: Hemû hewlên xwe ji bo serxistina diyalohga Kurdî - Kurdî dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî aşkere kir, di çarçoveya proseya diyaloga Kurdî – Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de, gavên baş hatine avêtin û ew hemû hewlên xwe ji bo serxistina wê dikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi riya peyameke vîdyoyî di Dîdara Nakokiyên Kurdî – Kurdî de li bajarê Qamişlo beşdar bû û tê de ragihand, heta niha gavên baş ji bo yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatine avêtin.
Herwiha Mezlûm Ebdî daxwaz ji her du aliyên diyalogê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) kir, nakokiyên xwe bidin aliyekî û nermiyê ji bo serxistina proseya yekrêziya Kurdî nîşan bidin.
Ebdî bi bîr xist ku li ser mijarên giştî yên yekrêziya Kurd hatine lihevkirin û nakokiyên mayî ne cewherî ne û dê bi demê re çareser bibin û got: “Em dikarin bi rihetî bibêjin ku sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekrêziya kurdî li Rojava pêk neyê.”
Tekez kir jî, ew wek HSDê bi alîkariya Amerîkayê destpêşxeriya yekrêziya Kurdî didomîne heta ku bi ser bikeve.