Li Herêma Kurdistanê kesekî bi Koronayê canê xwe ji da
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 77 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî bi Koronayê canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 77 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 24 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 37 kes li Duhokê û 9 kes li Germiyanê ne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir, ji ber Koronayê kesekî li Duhokê canê xwe ji dest daye. Li ser hejmara nexweşên baş bûne jî, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 70 kes ji vê nexweşiyê baş bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 107626 kes.
Mirin: 3505 kes.
Başbûn: 102913 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.