Serok Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Parêzgarê Hewlêrê dike
Serok Barzanî ew raspard, bi baştirîn şêwe xizmeta tevahiya rûniştvan û pêkhateyên cuda yên parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybet xelkê hejar û kêmderamet.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya destbikarbûna wî wek Parêzgarê Hewlêrê, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Omêde Xoşnaw kir û hêviya serkeftinê di kar û erkên wî de jê re xwast.
Serok Barzanî di pêwendiya telefonî de ji bo serkeftina wî di erkê xwe de, tekezî li her piştevaniyekê ji Parêzgarê Hewlêrê re kir û daxwaz jê kir bi baştirîn şêwe xizmeta tevahiya rûniştvan û pêkhateyên cuda yên parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybet xelkê hejar û kêmderamet.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê spasiya Serok Barzanî û piştevaniya wî kir û piştrast kir ku ew bi her şêweyekê kar dike, ji bo xizmetkirina zêdetir a welatiyên sînorê parêzgeha Hewlêrê û pêşxistina Paytexta Herêma Kurdistanê, di asta bawerî û çaverêbûna cenabê wî de be.