5 haletên Koronaya nû li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin

Pêştir ew halet guman lê hebûn û îro hatin tekezkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî ji K24ê re ragihand, 5 haletên pêketina bi nifşê nû yê vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Dr. Aso Hewêzî diyar kir jî, çend haletên din yên biguman hene, lê heta testên pêwîst ji wan re neyin kirin, ew piştrast nakin.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê da zanîn, niha rewşa wan her pênc pêketiyan baş e.

Pêştir Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kiribû, 5 haletên bigumana pêketina wan bi nifşê nû yê Koronayê hene û testên pêwîst ji wan re tên kirin.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê jî berî demekê ragihandibû ku haletên pêketina vê nifşê nû yê vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.

Li gor zanyariyan, ev nifşê nû yê Koronayê zûtir belav dibe, lê heta niha nehatiye piştrastkirin ku bandora wê zêdetir e yan na.