Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federalî re her dem ligel çareserkirina rîşeyî bû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî û Hevpeymaniya Iraqiyon Emar Hekîm kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî û Hevpeymaniya Iraqiyon Emar Hekîm kir.
Di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa Iraq û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hatin kirin.
Serokê Tevgera Hîkme amaje bi wê da, Herêma Kurdistanê dost û hevpeymaniya xwe dizanin û pêwîst e destûr bibe binemaya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî de. Em piştevaniya wê rêkeftina ku di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî de li ser budceyê Iraqê ya sala 2021an hatiye îmzekirin dikin û hêvîdar in li Encûmena Nûneran a Iraqê deng li ser were dayîn.
Serokwezîr Mesrûr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê her dem ligel çareserkirina rîşeyî ya pisgirêkan e li ser binemaya dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, parastina taybetmendî û qewareya federalî ya Herêmê û berçavgirtina perensîpên hevsengî, hevbeşî û lihevkirinê.