Serok Barzanî û Emar Hekîm pêşhatên dawiyê yên navçeyê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî Emar Hekîm û şanda pê re kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî Emar Hekîm û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên li ser asta Herêma Kurdistanê û navçeyê hatin guftûgokirin, herwiha ronahî hate xistin ser proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên pêşwext û rikberiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li pêş Iraqê hatin gengeşekirin.
Her di wê hevdîtinê de, tekezî li berdewamiya pêwendî û hevahengiya di navbera her du aliyan de hate kirin.