Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê hişyariyê dide

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî hişyariyê dide welatiyan ku hejmar û rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê bilind dibe.

Dr. Saman Berzinci
Dr. Saman Berzinci

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî hişyariyê dide welatiyan ku hejmar û rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê bilind dibe.

Dr. Saman Berzincî derbarê nifşê nû yê Koronayê de dibêje, rojane ev cureya vîrûsa nû tê destnîşankirin û ew bi awayekî leztir jî belav dibe.

Wezîrê Tendirustiyê daxwaz ji welartan dike, haje xwe û zarokên xwe hebin, maskan bi kar bînin û dibêje: Niha xweparastin baştirîn rê ye.

Ev hişyariya ji aliyê Wezîrê Tendirutiyê ve di demekê de ye, îro 5 haletên pêketina bi nifşê nû yê vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî ji K24ê re ragihand, çend haletên din yên biguman hene, lê heta testên pêwîst ji wan re neyin kirin, ew nikarin piştrast bikin.