Li Diyarbekirê kampîna fermîbûna zimanê kurdî destpê dike
Partiyên siyasî û rêxistin û saziyên sivîl li Diyarbekirê îro dest bi kampîna fermîbûna zimanê kurdî dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên siyasî û rêxistin û saziyên sivîl li Diyarbekirê îro dest bi kampîna fermîbûna zimanê kurdî dikin.
Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê de da zanîn, bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî û beşdarbûna 9 partiyên siyasî û saziyên sivîl, îro demjimêr 11:00 li Diyarbekirê kampîna fermîbûna zimanê kurdî radigihînin.
Diyar kir jî, ev sazî û partiyên siyasî bi daxuyaniyekê dê vê kampînê rabigihînin û tê de daxwaza daxwaz dikin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Peyamnêrê me diyar kir, ev partî û sazî dê li kolan û koçeyan îmzeyan ji bo fermîbpna zimanê kurdî kom bikin, herwiha bi riya online jî dê ev kampîn birêve biçe. Piştre jî dê ev daxwaz radestî Hikûmeta Tirkiyê bibin.
Amaje bi wê de, armanc ji vê kampîne ew e, bi milyonan îmze ji bo fermîbûna zimanê kurdî bêne komkirin.
Duhî bi boneya Roja Zimanê Zikmakî, Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî di daxuyaniyekê de ragihandin, kampanyaya îmzayê ya “bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”,“Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” didin destpêkirin.
Di daxuyaniyê de jî bang li hemû kurdan kirin: “Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin.”