Dadgeheke taybet bi dosyeyên gendeliyê li Herêma Kurdistanê pêk tê

Li Herêma Kurdistanê dadgeheke taybet ji bo rûbirûbûna gendeliyê pêk tê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Destpakiyê Hakim Ehmed Enwer ji K24ê re ragihand, Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna dadgeheke taybet bi dosyeyên kendeliyê da.

Li gor daxuyaniyeke Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê jî, pêkanîna vê dadgehê, li ser daxwaza Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê bû ku pêştir bi nivîsekê daxwaza vê dadgehê ji Encûmena Wezîran kiribû.

Desteya Destpakiyê di daxuyaniya xwe de destxweşî li pêngavên Encûmena Bilind a Dadweriyê kir û ragihand, “Ev pêngav dê bandoreke wê ya baş li ser rûbirûbûna gendeliyê û yekalîkirina zû ya dosyayan bike.”

Pirsên Çaksazî û rûbirûbûna gendeliyê ji karên pêşîne yên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.