Birîndarekî êrîşa li ser Hewlêrê canê xwe ji dest da

Birîndarekî êrîşa mûşekî ya şeva 15ê Sibatê li ser Hewlêrê, îro canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîndarekî êrîşa mûşekî ya şeva 15ê Sibatê li ser Hewlêrê, îro canê xwe ji dest da.

Şeva 15ê Şibatê mîlîşyayeke çekdar a Iraqê bi 14 mûşekan êrîşî ser Hewlêr û binkeyeke leşkerî ya Amerîka li Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî kir, di encamê de kesekî bi girêbest bi Amerîka re kar dike hat kuştin û 4 kesên din birîndar bûn.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê Bijar Mûsa ji K24ê re ragihand, birîndarekî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê yê bi navê Newaf Raşid ji ber giraniya birînên xwe li nexweşaneyekê Hewlêr canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên K24ê, Newaf Raşid 31 salî ye û ji parêzgeha Selahedîn ya Iraqê koçberî Hewlêrê bûye û li bazara ajelan a Hewlêrê birîndar bûbû.

Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa, Amerîka û gelek welatên Ewropa û erebî ev êrîş şermezar kirin û hişyarî ji dubarebûna wê dan.