Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi nifşê nû yê Koronayê ketin
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, 9 kesên din bi nifşê nû yê Koronayê ketin .
.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, 9 kesên din bi nifşê nû yê Koronayê ketin û ew di civîna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de hin pêşniyaz û daxwazan pêşkêş dikin.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, wan raport ji bo civîna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê amade kiriye û tê de rewşa tendirustî ya Herêma Kurdistanê nirxadine û hin pêşiyaz û daxwazan pêşkêş dikin.
Diyar kir jî, ew ji niha ve hewl didin rêkarên xweparêziyê ligel jiyana xelkê biguncînin, ji bo bikarin rewşê kontrol bikin û rê nedin ev vîrûs zêde belav bibe.
Got jî: Heger vîrûs zêde belav bibe, ew ê rêkarên xweparastinê jî girantir bikin.
Dr. Saman Berzincî got: “Îro 9 haletên nû yên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê hatin tomarkirin. Dibe ku haletên din jî hebin, lê nehatine piştrastkirin.”
Derbarê belavbûna nifşê nû yê Koronayê û metirsiya wê li ser xwendekaran li dibistanan, Wezîrê Tendirustiyê got: “Rast e dibistan hatine vekirin, lê heta niha rewş li dibistanan ne xirap e.”