Piştî ku PKKê ew revand.. Termê Cotyar Muhsîn radestî malbata wî hat kirin

Xortê ku PKKê ew revandibû.. Piştî salekê termê wî radestî malbata wî hat kirin

Cotyar Muhsîn Siyarê
Cotyar Muhsîn Siyarê

Hewlêr (K24) – Dayîk û bav û xizmên Cotyar Muhsîn Siyarê, tevî xelkê gundê wî, piştî windabûna zêdetirî salekê, îşev li benda gihiştina termê xortê xwe ne, ku di destpêka sala borî de ji aliyê PKKê ve hatibû revandin û di encamê de li Çiyayê Gare şehîd bû.

Cotyar Muhsîn Siyarê ku di sala 1991ê de jidayîk bûye, piştî windabûna zêdetirî salekê, ligel karmendên ewlehiyê yên Tirkiyê ku di destê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de dîl bûn li Çiyayê Gare jiyana xwe ji dest da.

Cotyar Muhsîn roja 29ê Çileya 2020an venegeriyaye malê û piştre derketiye holê ku ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Gundê Siyarê li sînorê nahiya Çemankê ye û ser bi navçeya Amêdî ye û devereke sînorî ye û ji ber hebûna endamên PKKê li wê deverê, rewşa seqamgîrî û asayîşê, nalebar e.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji destpêkê heta 3 mehan red dikir ku ji çarenûsa Cotyar agahdar in, piştre ji ber zexta xelkê deverê, li xwe mikur hatin ku Cotyar li cem wan e.

PKKê bi rêya kanaleke xwe, piştî revandina welatiyê Kurd ê Başûrê Kurdistanê, tomareke vîdyoyî belav kir û got ku Cotyar bi rêya danîna amûra GPS "sîxûrî" ji bo artêşa Tirkiyê kiriye.

Piştî belavbûna wê tomara vîdyoyê, malbatê wî û xelkê gundê Siyarê û nişteciyên nahiya Çemankê, roja 4ê Gulana 2020an, piştî 98 roj derbasbûna ji desteserkirin û revandina Cotyar, xwepêşanek kirin û daxwaz kirin ku PKK wî serbest berde.

Muhsîn Siyarê, bavê Cotyar ragihandibû ku kurê wî heta pola sêyem a seretayî xwendiye û kesekî xwenda nîne, "ji ku dikare bi amûrên pêşketî yên elektronîk, sîxûriyê ji Tirkiyê re bike".

Beşeke din a ji wan kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûbûn, diyar dikirin ku artêşa Tirkiyê bi rêya firokeyên çavdêrî û teknolojiya serbazî, temamê deverê xistine bin çavdêriyê, çi pêwîstiya wan bi welatiyekî herêmê heye ku alîkariya wan bike.

 

Roja 10ê Sibata 2021ê artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyonekê de êrîşî Çiyayê Gare kir.

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand; di êrîşa ser Çiyayê Garê de 40 firokeyên serbazî û çavdêrî beşdar bûne û helîkoptereke şer jî hêzên serbazî daxistine herêmê.

Operasyona artêşa Tirkiyê bo ser Çiyayê Gare, roja 14ê Sibata 2021ê hat sekinandin û artêşa Tirkiyê vekişiya.

Çar roj piştî şer û pevçûnên navbera herdu aliyan, bûyera kuştina wan 13 dîlên ku li şikefteke çiyê hatibûn zindanîkirin, hat axaftin.

Tirkiye dibêje ku endamên PKKê ew dîl kuştine. Li hember wê, PKK red dike ku wan kuştibin û diyar dike ku di encama bombebaranên firokeyên Tirkiyê de hatine kuştin.

Piştî ku termê kuştiyan veguhestin Tirkiyê, derket holê ku yek ji wan termê Cotyar Muhsîn Siyarê ye, ku zêdetirî salek e di destê PKKê de bû û li wê şikeftê hatibû zindanîkirin ku dîlên Tirk jî tê de bûn.