Pentagonê derbarê mûşekên ku di erîşa ser Hewlêrê de hatin bikaranîn, zanyariyên nû eşkere kir
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; mûşekên ku di êrîşa ser bajarê Hewlêrê de hatin bikaranîn, ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin.
Hewlêr (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; mûşekên ku di êrîşa ser bajarê Hewlêrê de hatin bikaranîn, ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û Tehranê bi wê yekê tohmetbar dike ku aramiya deverê xera dike.
Li gor kanala El Erebiye, Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kiriye; mûşekên ku di êrîşa ser bajarê Hewlêrê de hatine bikaranîn, ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û gotiye: “Îran bi van karên xwe hewl dide aramiya deverê xera bike.”
Di 15ê Sibatê de paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi 14 mûşekan hat armanckirin û di encama êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Şeva din jî Devera Kesk a Bexdayê ku nûnertiyên welatan û Balyozxaneya Amerîkayê li wir in, bi sê mûşekên cûreya Katyoşa, bû armanc. Piştre di du daxuyaniyên cuda de her yek ji Wezareta Derve û Wezareta Berevanî yên Amerîkayê, çekdarên ser bi Îranê tohmetbar kirin û tekez kirin ku lêkolîna wan dest pê kirine û dê di demeke guncaw de bersiva vê êrîşê bidin.