Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 75 kesên din bi Koronayê mirin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 28 hezar û 213 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 23yê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 9 hezar û 107 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 633 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 655 hezar û 633 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 546 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 534 hezar û 996 kesan.