Wezîrê Tendirustiyê: Piraniya haletên niha, pêketiyên nifşê nû yê Koronayê ne

Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand; haletên niha yên Koronayê, piraniya wan pêketiyên nifşê nû yê vîrusa Koronayê ne.

Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî
Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand; haletên niha yên Koronayê, piraniya wan pêketiyên nifşê nû yê vîrusa Koronayê ne.

Saman Berzincî eşkere kir: “Heman rêkarên tedawiyê ji bo nexweşan tên pêkanîn û divê nexweş di destpêkê de tedawî bibin, ne ku paş bixin.”

Berzincî destnîşan kir: “Li hember vîrusa nû, xweparastina zêdetir divê, ji bo rêlibergirtina bilez belavbûnê.”

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir ku divê malbat û nêzîkên pêketiyên Koronayê pişkinîna taqîgehê bikin û xwe karantîn bikin, da ku kesên din nexweş nekevin.”

Li gor daxuyaniya îro ya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di nav 24 demjimêran de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 129 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Ji destpêka serîhildana vîrusa Koronayê ve heta îro 23ê Sibata 2021ê,  li Herêma Kurdsitanê 3510 kesan bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 108.062 kes jî bi Koronayê ketine.