Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Husên Hedo kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev sersaxî li Berpirsê Liqa 26ê Gulanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hesen Hedo kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev roja sêşemê 23yê Sibata 2021ê sersaxî li Berpirsê Liqa 26ê Gulanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hesen Hedo kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya peywendiyeke telefonî peywendiyeke telefonî ligel Berpirsê Liqa 26ê Gulanê yê PDKê Hesen Hedo kir ji ber koça dawî ya birayê wî Husên Hedo.

Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji malbatê re eşkere kir û hêvî xwest Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramiyê bi kesûkar û malbata wî re bibexşîne.