Encûmena Wezîran 5 pirsên girîn gotûbêj dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 24ê Sibatê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û 5 pirsa babetan gotûbêj dikin.
Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna îro de ji du beşan dibe. Di beşa yekem de, dawî pêşhatên projeyasaya budceya federalî ya sala 2021an û pişka Herêmê tê gotûbêjkirin.
Di beşê duyem jî, ev pirsên li jêr tên gotûbêjkirin:
• Reşnivîsa sererastkirina yasayên (yekîtiya odeyên bazirganî û pîşesaziyê, wezareta bazirganî û pîşesazî û yasayên bazirganiyê).
• Reşnivîsa projeya hevkariya hevbeş di navbera sektora giştî û sektora taybet de li Herêma Kurdistanê
• Dengdan li ser projeya dayîna moleta xwendinê.
• Reşnivîsa projeya yasaya Wezareta Eliktirîkê.