Li Efrînê teqîn.. 3 kes birîndar bûn

Duhî jî li gundekî Efrînê di teqînekê de 2 kes hatin kuştin.

Teqîna Efrînê 24.2.2021
Teqîna Efrînê 24.2.2021

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê di encama teqînekê de 3 kes birîndar bûn. Duhî jî di teqîneke 2 kes hatin kuştin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro di encama teqîna bombeyekê li taxa Vêlat a Efrînê di otomobîlekê de teqiya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Duhî jî bombeyek di maleke gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa de teqiyabû û di encamê de 2 kesên bi navê Newzed Ekrem Tobal (45 salî) û Heyfa Şerîf Qasim (23 salî) hatin kuştin.

Li gor jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, piştî teqînê, grûpên çekdaran hevjîna Newzet û 2 kesên din ji malbata wî revandin û destê xwe danîn ser mal û milkên Newzed Ekrem.

Wî jêderî diyar kir jî, Newzed Ekrem Tobal pêştir du caran ji aliyê grûpên çekdaran ve hatibû revandin û piştî dayîna fidyeyê hatibû berdan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji berî 3 salan ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek teqîn di nava Efrîn û gundên de hatine kirin û hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qirbanî.