Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Ermenistanê dike

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku pêwendiyên Kurdistan û Ermenistanê berfireh bibin û got, Kurdistan mînaka pêkvejiyana olî û netewî ye .

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Artak Apîtoniyan û şanda pê re kir ku ji Balyozê Ermenistanê li Iraqê Harçiya Poladiyan û Konsolê Ermenistanê li Hewlêrê Arşak Manokiyan û çend dîplomatkarên Wezareta Derve ya Ermenstanê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê hurmeta xwe bo xebat û keda Serok Barzanî nîşan da ku jiyana xwe ji bo azadî û mafên netewî terxan kiriye. Her wiha spasiya Serok Barzanî, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir ji ber parastin û kûrkirina pêkvejiyanê û parastina mafên ermeniyan li Herêma Kurdistanê.

Wî berpirsê Ermenistanê tekez kir, Ermenistan dixwaze pêwendiyên xwe yên bazirganî û dîplomatîk bi Kurdistanê re bihêztir û berfirehtir bike.

Her di wê civînê de, Serok Barzanî jî behsa pêwendiyên dêrîn yên gelê Kurdistanê û gelê Ermenistanê kir û anî ziman, damezirandina pişka kurdî di radyoya Ermenistanê de nîşana wê yekê ye ku pêwendiyên her du gelan, dîrokî ye.

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku pêwendiyên Kurdistan û Ermenistanê berfireh bibin û got, Kurdistan mînaka pêkvejiyana ayînî û netewî ye û ew bi hemû hêza xwe piştevaniya mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê dike.