Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêmê riya 150 metrî ya Hewlêrê tê vekirin

Projeya riya 150 metrî 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, beşê yekem yê ku îro vebe, 10 kîlometro ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25.2.2021an qonaxa yekem a riya 150 metrî ya Hewlêr tê vekirin.

Projeya riya 150 metrî 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, beşê yekem yê ku îro vebe, 10 kîlometro ye.

Ew proje bi 700 milyon Dînar temam dibe. Ew riyeke çûna bilez e û ti rawestandin tê de nîne.

Bi temambûna riya 150 metrî re, wê qerebalixiya li ser riyan heye, heta astekê çareser dibe û ajokar dikarin bi leza 120 k.m/demjimêrekê li ser wê riyê biçin.

Di wê derbarê de Rêveberê Giştî yê Plan û Şopandinê di Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê Nîzar Temer ji K24ê re ragihand, “Îro beşê yekem ji projeya riya 150 metrî ya Hewlêrê tê vekirin. Qonaxa yekem a projeyê ji çarêya Şeqlawa dest pê dike û digihe çarêya Behrikê.”

Nîzar Temer diyar kir: "Bi giştî projeya riya 150 metrî ya Hewlêrê li ser 5 qonaxan hatiye dabeşkirin û rê li derdora Hewlêrê diguhere. Qonaxa duyem jî li Behrkê destpê dike û digihe riya Hewlêr-Duhok, niha em mijûlî dîzaynkirina qonaxa duyem in û piştî temamkirina dîzaynkirinê, dê bikeve warê cîbicîkirinê.”

Riya 150 metrî ya bazneyî ya bilez, berdewamiya kolanên din ên giştî yên Hewlêrê ne ku ji riyên bazneyî yên wek 30 metrî, 60 metrî, 40 metrî, 100 metrî û 120 metrî pêk tê.