Mesrûr Barzanî: Derbarê kesên êrîşî Hewlêrê kirin, me encamên gelek baş bi dest xistin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; encamên gelek baş derbarê dîtina kesên êrîşî Hewlêrê kirine, bi dest ketine.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; encamên gelek baş derbarê dîtina kesên êrîşî Hewlêrê kirine, bi dest ketine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina qonaxa duyem a cadeya 150 metrî ya li Hewlêrê eşkere kir ku encamên gelek baş li ser dîtina kesên ku êrîşî Hewlêrê kirine, bi dest ketine.
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Rasterast piştî êrîşê, ez ligel Serokwezîrê Iraqê ketim pêwendiyê û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin û encamên gelek baş hatin bidestxistin.”
Serokwezîr herwiha destnîşan kir: “Ez naxwazin li vir eşkere bikim, ji ber ku lêkolîn bi temanî bi dawî nebûne, lê ez ji welatiyên me yên xoşewîst re dibêjim ku derbarê encamderan de zanyarî û gelek tiştên din bi dest ketine û dê werin eşkerekirin.”