Amerîkayê komeke çekdar a alîgirên Îranê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Amerîkayê, li Sûriyê komeke çekdaran bombebaran kir, ku weke alîgirên Îranê têne nasîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Amerîkayê, li Sûriyê komeke çekdaran bombebaran kir, ku weke alîgirên Îranê têne nasîn.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, firokeyên şer ên Amerîkayê bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden komeke çekdaran bombebaran kir.

Ajansa nûçeyan hûrgiliyên derbarê êrîşê de û zirarên giyanî û madî eşkere nekirine û amaje bi wê yekê kiriye ku êrîşa esmanî ya Amerîkayê bersivek e ji bo êrîşa mûşekî ya vê mehê ya ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê.