Li Tirkiyê piştî 1ê Adarê bergiriyên ji ber Koronayê dê werin sistkirin
Piştî qedexeye derketina derve ya 3 mehan hikûmetê biryar da ku di destpêka Adarê de bergiriyên ku ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê hatine wergirtin bên sistkirin.
Enqere (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî qedexeye derketina derve ya 3 mehan hikûmetê biryar da ku di destpêka Adarê de bergiriyên ku ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê hatine wergirtin bên sistkirin. Saziyên bijîşkan ji ber vê biryara hikûmetê dilgiran in û dibêjin di proseya vîrusa koronaya guhertî de ev biryara asayîbûnê dê arîşeyên mezintir bi xwe re bînin. Welatî jî bi sedemên cuda dixwazin asayîbûn dest pê bike
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrusa koronayê di 1ê Kanûna sala 2020an de ligel qedexeya derketina derve ya demkî bergirî hatibûn tundkirin, dibistan, kafe, restoran û loqante girtî mabûn. Lê belê piştî 3 heyvan wezareta tendûristiya Tirkiyê ragihan ku di 1ê Adarê de li gorî rewş û bergiriyan dê asayîbûn dest pê bike û dê qedexeya derketina kolanan bê sistkirin û dê kargeh bên vekirin.
Lê belê serokê Komeleya Kedkarên Tenduristiyê Bijîşk Hilmi Yildirim diyar dike ku di heyama vîrusa koronaya guhertî li Tirkiyê zêde dibe û ev vaksîna ji Çînê hatiye kirîn li ser vê vîrusê bibandor nîne biryara asayîbûnê dê arîşeyên mezintir bi xwe re bîne.
Hevserokê Komeleya Karmendên Tendirustiyê Husnu Yildirim diyar kir: “Piroseya vîrusa koronaya guhertî heye û li welatê me jî kesên vê vîrusê girtine hene û her ku diçe zêde dibe. Di şûna ku bergiriyên heyî bên zêdekirin hikûmetê biryar daye ku di 1ê Adarê de asayîbûn dest pê bike. Lê belê hem vîrusa koronaya guhertî her ku diçe zêde dibe û ev vaksîna tê bikaranîn jî li ser vê vîrusê bibandor nîne. ji loma ev biryara asayîbûnê dê arîşeyên mezintir bi xwe re bîne.”
Welatiyên Enqerê jî bi sedemên cuda dixwazin êdî asayîbûnek çêbe lê belê bang li hikûmetê dikin ku lez bidin proseya kirîn û bikaranîna vaksînê.
Welatiyek dibêje: “Helbet em asayîbûnê dixwazin. Ji ber ku em dibînin rewşa esnaf û dikandaran gellek xirab e. Rast e divê asayîbûn hebe lê belê lazim e lez bidin proseya bikaranîna vaksînê û demeke nêz de ji nivê zêdetir welatî bên vaksînkirin.
Herwiha welatiyek jî diyar dike: “Bi rastî kesên temenê wan 65 salî di malan de gellek aciz in û ev çend mehe derûniya me têk çûye. Derûniya Dayîka min jî xirabû û emrê Xwedê kir. Bila asayîbûn dest pê bike ez tu tiştekî naxwazim
Welatiyekî din jî eşkere dike: “Êdî bila asayîbûn dest pê bike. Ji ber ku gel gellek tengezar bûye. Ji xwe em jî li gorî rênimayan tevdigerin.”
Herwiha Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku armanca wan ew e ji sedî 60 welatiyên Tirkiyê vaksîn bikin û heta niha nêzîkê 7 milyon kes hatine vaksînkirin. Rayedarên Yekitiya Bijîşkên Tirk jî dibêjin ku li Tirkiyê proseya bikaranîna vaksînê gellek hêdî ye û encah heta 2 salên din ji sedî 60ê welatiyan bên vaksînkirin.