Li Herêma Kurdistanê pêketina vîrusa Koronayê zêde dibe
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 202 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 202 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 202 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 98 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 50 kes li Duhokê, 5 kes li Germiyanê û 4 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de ti kesekî jiyana xwe ji dest nedaye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 80 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 21 kes li Hewlêrê, 29 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 108639
Mirin: 3519
Başbûn: 103332
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.