Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Nexweşxaneya Covid-19ê ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19ê ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê û 1 kes jî li Qamişlo ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8605 kesan, ji wan 1246 kes baş bûne û 318 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.