Wezîrê Plandananê sedemeke din a pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê askere dike

Wezîrê Plandananê: Nebûna yasaya petrol û gazê, pirsgirêkeke din a di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê ragihand, şandina projeyasaya petrol û gazê bo Parlamentoya Iraqê, yek ji daxwazên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû û nebûna wê yasayê li Iraqê jî, sedema pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd ji K24ê re ragihand, “Dixwazin kar li yasaya petrol û gazê bikin û dixwazin ew yasa li Iraqê hebe. Yek ji pirsgirêkên me yên bi Iraqê re, nebûna yasaya petrol û gazê ye, ew jî ji bo birêxistinkirin û danûsitandina di sektora petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye."

Diyar kir jî: “Me wek Herêma Kurdistanê, ysaya me ya petrolê û gazê heye. Me berî niha bi şandeyên Hikûmeta Iraqê re behsa wê yasayê kiriye û ew jî wê bi baş dizanin.”