Biden: Êrîşa li Sûriyê, bersivek ji êrîşa li ser Hewlêrê bû

Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, êrîşa Amerîka ya li dijî komên çekdar ên li Sûriyê, bersiva êrîşa li ser Hewlêrê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, êrîşa Amerîka ya li dijî komên çekdar ên li Sûriyê, bersiva êrîşa li ser Hewlêrê ye.

Serokê Amerîka Joe Biden nameyek ji Kongressa welatê xwe re şand û tê de behsa naverok û hûrgiliyên êrîşa Amerîka ya ser grûpên çekdar li ser sînorê Iraqê û Sûriya kir.

Biden di nameya xwe de eşkere kir ku li ser fermana wî hêzên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê li dijî çekdarên Şîe yên Îran piştgiriya wan dike, operasyoneke leşkerî pêk anîne.

Biden di nameya xwe de nivîsiye, ew grûpên çekdar di êrîşa vê dawiyê ya li ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî de beşdar bûne, herwiha beşdarî di êrîşa şeva 15ê Sibatê ya li ser Hewlêrê de jî kirine ku di encamê de du kesan canê xwe ji dest dane û hejmarek ji karmendên artêşa Amerîka birîndar bûne.

Firokeyên şer ên Amerîka pêr 26 Sibatê 9 pêgehên komên çekdar ên ser bi Îranê ve li rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin û di encamê de 22 çekdar hatin kuştin.