Mosko: Helîkoptera me ji ber sedemên teknîkî daketiye

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemeke teknîkî li Til Temirê daketiye û ti kesî jî canê xwe ji dest nedaye.

Helîkoptereke Rûsî - Wêne: Arşîv
Helîkoptereke Rûsî - Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemeke teknîkî li Til Temirê daketiye xwarê û ti kesî jî canê xwe ji dest nedaye.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo diyar kiribû, îro helîkoptereke Rûsî dema di gera çavdêriyê de bû li rojavayê bajarokê Til Temirê kete xwarê.

Di wê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemên teknîkî neçar bû daketiye xwarê û ti kesekî ji tîma helîkopterê jî canê xwe ji dest nedaye.

Wezaretê tekez kir jî, helicopter rastî ti êrîşekê yan ya guleyan nehatiye.

Îro hêzeke Rûsî ku ji çend zirîpoş û 2 helîkopteran pêk dihat ji bo çavdêrîkirina rewşa agirbestê li deverê bikin, dest bi gereke çavdêriyê li rojavayê Qamişlo, Dirbêsiyê, Ebo Rasên û Til Temirê kiribû.