Li Tirkiye û Bakur 66 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 28 hezar û 569 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 28 hezar û 569 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de amarên nû yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kirin û diyar kir, 66 kesan jiyana xwe ji dest dane. 8 hezar û 424 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 670 kes nexweş ketine.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Tirkiyê bi vîrûsa Koronayê ketine gihîşt 2 milyon û 701 hezar û 588 kesan. Hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî gihîşt 28 hezar û 569 kesan.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 6 hezar û 511 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 572 hezar û 216 kesan.