Li kampeke Yûnanê 3 penaberên kurd di êrîşekê de birîndar bûn

3 penaberên kurd di êrîşeke nijadperestên ereb de li kampeke penaberan li Esînayê birîndar bûn.

Kampa Skaramagas
Kampa Skaramagas

Navenda Nûçeyan (K24) – 3 penaberên kurd di êrîşeke nijadperestên ereb de li kampeke penaberan li Esînayê birîndar bûn.

Çalakvanekî ji kampa Skaramagas penaberan li Esîneyê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re ragihand, nijadperestên bi kevir û kêran êrîşî wan kirin

Diyar kir jî, di encama êrîşê de 3 penaberên kurd ku yek ji wan jin e birîndar bûne.

Wî çalakvanî diyar kir, êrîşkeran dema di dema êrîşê de gotinên “Alahu Ekber” dubare dikirin.

Kampa Skaramagas yek ji kampên penaberan ên mezin li Esînayê ye û dora 1500 penaberên ji regezên cuda li xwe digire û pêştir çendîn caran jî bûyerên êrîşkirinê li ser kurdan lê rû dane.