Pentagon armancên ji lêdana li hêzên Îranî li Sûriyê askere dike
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) du armancan aşkere dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, 2 armanc ji êrîşa wan a li ser binheyên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Sûriyê hene.
Firokeyên şer ên Amerîka roja 26ê Sibatê pêgehên mîlîşyayên çekdar ên ser bi Îranê ve li rojhilatê Sûriyê li nêzîkî sînorê Iraqê bombebaran kirin û ziyanên mezin gihandin wan.
Di wê derbarê de Berdevkê Pentagonê John Kirby aşkere kir, 2 armancên wan li piştî wê lêdanê hene. Ya yekem, ew li hember êrîşa li ser binkeya wan a li Hewlêrê bêdeng namîn.
Diyar kir jî, armanca duyem jî ew e, jinavbirina xala derbasbûna çekdaran ya di navbera Iraq û Sûriyê de ye.
John Kirby li ser encamên wê êrîşê jî diyar kir, di êrîşê de çekdar hat kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.
Ev di demekê de ye, Rêveberê Rewangeha Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24ê re ragihandibû, di encama êrîşê de 22 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin.
Ramî Ebdulrehman diyar kir, cihê hatiye bombebarankirin, deriyekî sînorî yê ne fermî yê di navbera Iraq û Sûriyê de ye û di destê çekdarên Heşda Şeibî de ye.