Li Helebê 8 kes di teqînekê de birîndar bûn

Bombeyek ji paşmayên şer teqiya û 8 kes ku piraniya wan zarok û jin bûn birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna bombeyekê li nêzîkî Herêma Pêşesazî li Helebê, 8 kes birîndar bûn, di nava wan zarok û jin hene.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, li nêzîkî Herêma Pêşesazî Şêx Necar li rojhilatê bakurê Helebê di encama teqîna bombeyekê ji paşmayên grûpên terorist de, 8 kes ku piraniya wan jin û zarok bûn birîndar bûn.

Diyar kir jî, birîndar ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî û dermankirinê, ji bo nexweşxaneya Zanîngeha Helebê hatin veguhastin.

Di heyama deh salên ji krîza Sûriyê û şerê navxweyî de, hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qurbaniyên bombe û mayînên vedayî.