Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê belav kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên dawiyê yê vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 21 haletên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin.
Li gor daxuyaniyê; li rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan. Li hemberê jî 4 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8629 kesan, ji wan 1251 kes baş bûne û 324 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.