Karwaneke din a vaksînê digihe Herêma Kurdistanê
Hefteya bê karwaneke din a vaksînên li dijî Koronayê digihe Herêma Kurdistanê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, hefteya bê karwaneke din a vaksînên li dijî Koronayê digihe Herêma Kurdistanê.
Duhî 2.3.2021an karwanê yekem a vaksîna Sinopharm a Çînî gihîşt Herêma Kurdistanê ku ji 5 hezar vaksîn pêk dihat. Ew vaksîn li ser binkeyên tendirustiyê yên parêzgehan hatin belavkirin.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî ragihand, di qonaxa yekem de, lêdana vaksînê li 8 navendan destpê dike.
Got jî: “Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê soz daye di hefteya bê de karwaneke din ji Herêma Kurdistanê re bişîne.”
Ji aliyê xwe ve, Konsolê Çînê li Hewlêrê ragihand, ew ê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina vaksinê berdewam bin.
Duhî yekem karwanê vaksîna li dijî Koronayê ji Çînê ku ji 50 hezar vaksîn pêk dihat gihîşt Iraqê û hilmeta vaksînkirinê li çend navendên tendirustiyê jî destpê kiri.