Efrîn.. Dadgeheke çekdaran cezaya 3 sal zîndan li akademisyenekî dibirin
Dadgeheke Efrînê di bin fişara ewlekariya Tirkiyê de biryar cezaya 3 sal zîndan li Diktorê Endezyar Mihemed Fehmî Ebdo birî.
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeheke Efrînê piştî ku biryara azadkirinê dabû Diktorê Endezyar Mihemed Fehmî Ebdo, di bin fişara hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de li biryara xwe vegeriya û cezaya 3 sal zîndan lê birî.
Grûpa çekdar a bi navê Esayişa Siyasî roja 7ê Nîsana 2020an Diktorê Endezyar Mihemed Fehmî Ebdo ku di Odeya Endezyarên Efrînê de kar dikir, revandibû, pêr bo cara duyem da dadgehê.
Di wê derbarê de Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Dadgeha Cezayan a Efrînê bi tometa belavkirina giyanê nijadperestiyê cezaya 3 sal zîndan û 7 hezar Lîreyên tirkî li Diktorê Endezyar Mihemed Fehmî Ebdo birî.
Wê rêxistinê da zanîn jî, pêştir heman dadgehê roja 15.6.2020an Diktor Fehmî Ebdo bêtawan dîtibû û biryara berdana wî da, lê aliyên ewlekariyê yên Tirkiyê ew biryar red kirin û ew azad nekirin.
Diktor Mihemed Fehmî Ebdo kesayetiyeke akademîk û welatparêz a kurd e û bi kar û xebata xwe gelekî xizeta Efrînê kiriye.
Sê sal in artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve Efrîn dagîr kirine, di vê heyamê de jî, bi hezaran welatiyên kurd ên Efrînê hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin ji wan revandiyan ne diyar e.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi qest rewşa ewlehiya Efrînê têk didin, ji bo kurdên Efrînê bi neçarî dest ji mal û milkên xwe berdin û koçber bibin û kurd li Efrînê nemînin.