Daxuyaniyek ji Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve
Rêveberiya Giştî ya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê radigihîne, ti guhartin di rênimayan de çênebûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê radigihîne, ti guhartin di rênimayan de çênebûne.
Rêveberiya Giştî ya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî belavbûna nûçeya kerentînekirina geştiyarên ku tên Herêma Kurdistanê li çend kenalên ragihandinê, em welatî û geştiyarên birêz agahdar dikin ku ti guhartin di rênimayên Wezareta Navxwe de nehatin kirin.”
Diyar kir jî, “Geştiyar piştî vegera wan, divê ew xwe li cihên nişticihbûna xwe ji bo dema ku di rênimayên Wezareta Tendirsutiyê de hatiye diyarkirin kerentîne bikin.”