Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 237 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Xebatkarên tendirustiyê
Xebatkarên tendirustiyê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 237 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 237 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 112 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 72 kes li Duhokê û 8 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê û 1 kes jî li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de  174 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 43 kes li Hewlêrê, 38 kes li Silêmaniyê, 87 kes li Duhokê û 6 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 109587

Mirin: 3525

Başbûn: 103918

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.