Têketina nav parêzgeha Hewlêrê tê rawestandin
Rêveberiya Bazgehên Parêzgeha Hewlêrê geştyar û welatiyan agahdar dike ku ji demjimêr 24:00ê îşev, têketina nav parêzgeha Hewlêrê tê rawestandin.
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Bazgehên Parêzgeha Hewlêrê geştyar û welatiyan agahdar dike ku ji demjimêr 24:00ê îşev, şeva çarşemê ser pêncşemê, biryara Jûra Operasyonan a Rûbirûbûna Koronayê li parêzgeha Hewlêrê dê cîbicî bikin û hemû bazgehên têketina nav parêzgeha Hewlêrê bigrin.
Rêveberê Bazgehên Hewlêrê Selam Xoşnaw ji K24ê re ragihand; ji demjimêr 24:00ê îşev, hemû bazgehên têketina nav Hewlêrê, ji parêzgehên din ên naverast û başûrê Iraqê dê werin girtin û rê li ti welatiyek û geştyarek nayê dayîn ku têkevin parêzgeha Hewlêrê.
Selam Xoşnaw ji welatiyên ku dixwazin roja dawî ya hefteyê werin parêzgeha Hewlêrê daxwaz kir; piştî demjimêr 24:00ê şeva çarşemê neyên û dernekevin rê, ji ber ku li gor biryara jûra operasyonan, bi ti awayî rê nayê dayîn kesek bikeve nav Hewlêrê.
Xoşnaw diyar kir; hatûçûna li nav bajarê Hewlêrê asayî ye, tenê rê li welatî û geştyarên parêzgehên din nayê dayîn ku bikevin nav Hewlêrê, biryar ji demjimêr 24:00ê îşev dest pê dike heta şeva şemiyê bazgeh dê girtî bimînin.
Li gor biryara Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê, bazgehên parêzgeha Hewlêrê ligel parêzgehên din ên Iraqê ji roja 5 heta 7ê Adara 2021ê girtî bin, ji bilî hatûçûna şandên fermî yên hikûmetê û dîplomatîk û Hevpeymaniya Navdewletî û ajansên Neteweyên Yekbûyî, rê ji kesî re nayê dayîn.