Îtirafa yek ji encamderên êrîşa ser Hewlêrê hat belavkirin

Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Herêma Kurdistanê îtirafa yek ji tawanbarên êrîşa mûşekî ya ser bajarê Hewlêrê belav kir.

Hewlêr (K24) - Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Herêma Kurdistanê lixwemikurhatina yek ji tawanbarên êrîşa mûşekî ya ser bajarê Hewlêrê belav kir.

Şeva 15ê Sibata 2021ê, êrîşeke mûşekî bi ser bajarê Hewlêrê û binkeya serbazî ya biyaniyan a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat kirine.

Di encama êrîşê de welatiyekî û mutahîtekî biyanî jiyana xwe ji dest dan û 2 hemwelatî û 5 serbazên Amerîkî jî birîndar bûn.

14 mûşek ber bi Hewlêr û balafirgehê hatin avêtin.

Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê yekser dest bi lêkolînê kirin û wesayîta ku terorîstan mûşek jê avêtibûn, dîtin.

Piştî lêkolînê, nasnameyên çar êrîşkaran hatin eşkerekirin.

Tawanbarê ku îtirafa wî hatiye belavkirin; navê wî "Heyder Hemze Ebas Mistefa" ye û xelkê navçeya Hemdaniye ye û li navçeya Xebat a ser bi bajarê Hewlêrê niştecî bûye û hêsankarî ji bo wergirtina destûra niştecîbûnê ji bo yek ji terorîstan kiriye û ji bo anîna mûşekan alîkarî kiriye.

Kesê desteserkirî, di lixwemikurhatina xwe de eşkere kir ku ew grûpeke çar kesî bûne û ser bi Ketayîbê Seyîdul Şuheda ne û mûşek mûşekên Îranê bûne û li nêzîkî Hewlêrê arasteyî balafirgehê kirine.

Tê nûkirin...

 

Fly Erbil Advertisment