3 polîsên federalî yên Iraqê li Selahedîn hatin kuştin
Çekdarên DAIŞê 3 polîsên federalî yên Iraqê li parêzgeha Selahedînê kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê 3 polîsên federalî yên Iraqê li parêzgeha Selahedînê kuştin.
Jêderekî ji ewlekariya Selahedînê ragihand, 3 polîsên federalî li navçeya Muhtesim bi guleyên nîşanvanekî DAIŞê hatin kuştin.
Ji aliyelî din ve, li navçeya Ozêm ya li parêzgeha Diyala jî piştîneyeke bombekirî, hejmarek bombe û teqemenî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin dîtin.
Herwiha hêzên asmanî yên Iraqê çend pêgehên DAIŞê li Selahedîn û Diyala bombebaran kirin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê jî diyar kir, di 24 demjimêrên borî de, bi giştî 63, ji wan 28 kes li Diyale, 21 kes li Neynewa û 14 kes jî li Kerkûkê bi tometa endametiya DAIŞê hatin desteserkirin.