Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 kes ji gundekî Efrînê revandin

Bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û hîna çarenivîsa hejmareke mezin a revandiyan jî ne diyar e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nebûna ewlehî û aramiyê li Efrînê re, çekdarên ser bi Tirkiyê sûdê ji rewşê dibînin û bi kiryarên dizî, talan û revandina welatiyan berdewam dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Siqor El-Şemal roja 1 vê mehê 2 welatiyên bi navê Emîn Zekî Menan û Cemîl Mihemed Îbrahîm ji gundê Gemrûkê yê ser bi navçeya Mabeta ve revandin.

Wê rêxistinê diyar kir jî, wê grûpa çekdar li hember berdana her yekî ji wan revandiyan, daxwaza hezar Lîreyên tirkî ji malbatên wan kirine.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji berî 3 salan ve, bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û hîna çarenivîsa hejmareke mezin a revandiyan jî ne diyar e.