Rêveberiya Xweser: 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Rêveberiya Xweser ragihand, 2 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ragihand, 2 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên dawiyê yê vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 19 haletên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin.
Li gor daxuyaniyê; li Reqayê 2 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8648 kesan, ji wan 1251 kes baş bûne û 326 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.