Amarên nû yên Koronayê li Herêma Kurdistanê
202 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 202 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî bi Koronayê canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 202 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 114 kes li Hewlêrê, 36 kes li Silêmaniyê, 42 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce, 4 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Diyar kir jî, kesekî li Germiyanê kesekî canê xwe ji dest daye û 132 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 109789 kes.
Mirin: 3526 kes.
Başbûn: 104050 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.