Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa herî dawî ya Covid-19ê

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 28 hezar û 839 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 11 hezar û 322 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 685 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 746 hezar û 158 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 7 hezar û 873 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 601 hezar û 137 kesan.