Girîngiya serdana Papa bo Kurdistanê çi ye?
Endamê Kongreya Netewî ya Kurd li Bakurê Amerîkayê Dr. Îhsan Efrînî li ser serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê axivî.
Hewlêr (K24) - Endamê Kongreya Netewî ya Kurd li Bakurê Amerîkayê Dr. Îhsan Efrînî li ser serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand; Papa dixwaze ji gelê Iraqê re xuya bike, ji pêkhateyên Iraqê re, çi Kurd in çi Krîstiyan in, heta xwişk û birayên Misilman, çi Sunne, çi Şîe, nêzîkbûnek xuya bike. Eger bikare aştiyek di navbera wan de pêk bîne.”
Dr. Îhsan Efrînî ji bajarê Montreal ê Kanadayê beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û li ser girîngiya serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê axivî.
Li ser pirsa "Gelo çi girîngiya serdana Papa bo Herêma Kurdistanê heye?”, Dr. Îhsan Efrînî diyar kir: “Serdana cenabê Papa Francis ji berdewamiya xewna John Paul II bû, eger em vegerin 1999an, gelek dixweste serdana Iraqê bike. Ew dibêje ez xewna John Paul II tînim cih.”
Derbarê peyama Papa ji bo Krîstiyanên li Iraq û Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ji bo wan Krîstiyanên li ser xaka Iraqê wek nameyekê bişînin ji wan re ku em nêzîkî we ne û me hûn jibîr nekirine.”
Dr. Îhsan Efrînî eşkere kir: “Li aliyê din, ji bo avakirina civaka Iraqê, ev civaka ku bîst sal in li hember ceng û şer û terorê ye, yanî dixwaze ji gelê Iraqê re xuya bike, ji pêkhateyên Iraqê re, çi Kurd in çi Krîstiyan in, heta xwişk û birayên Misilman, çi Sunne ne, çi Şîe, nêzîkbûnek xuya bike. Eger bikare wek aştiyek di navbera wan de pêk bîne.”