Li Herêma Kurdistanê 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê belav kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 269 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 269 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 142 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 76 kes li Duhokê û 16 kes li Germiyanê ne.
Diyar kir jî, ji ber Koronayê kesekî li Hewlêrê, 2 kesan li Silêmaniyê û 2 kesan li Duhokê canê xwe ji dest dane. Li hemberê jî 152 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 110058 kes.
Mirin: 3531 kes.
Başbûn: 104202 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.