Amerîka rê nade Tirkiye helîkopteran bifiroşe Pakistanê

Amerîka rêgiriyê li Tirkiyê dike ta ku 30 helîkopterên ji cureya ATAK nefiroşe Pakistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, Amerîka rêgiriyê li Tirkiyê dike ta ku 30 helîkopterên ji cureya ATAK nefiroşe Pakistanê.

Kalin diyar kir, ji ber cizayên Amerîka li ser Tirkiyê sepandine, Tirkiye nikare helîkopteran bifiroşe Pakistanê. Li hember jî egereke mezin heye, Pakistan wan helîkopteran ji Çînê bikire.

Di meha Tîrmeha 2018an de, Pakistan û Tirkiyê li hev kiribûn, Tirkiye 30 helîkopterên ATAK bifiroşe Pakistanê, ev jî ji Tirkiyê re wek mezintirîn girêbesta firotina çekan bû ku buhaya wê 1.5 milyar Dolar e.

Piştî ku Tirkiyê sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê kirî, Amerîka hejmarek ceza li ser Tirkiyê sepandin.