Li Stenbolê operasyona li dijî DAIŞê
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê derbarê tohmetbarên ku di rêxistina DAIŞê de çalakiyan pêk tînin, operasyon pêk anîn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê derbarê tohmetbarên ku di rêxistina DAIŞê de çalakiyan pêk tînin, operasyon pêk anîn.
Li gor medyaya Tirkiyê, piştî lêkolînan, li 13 navçeyên Stenbola bajarê Tirkiyê, bi piştgiriya polîsên operasyonên taybet, operasyonên hevdem hatin pêkanîn.
Di operasyonê de 14 tohmetbar hatin destserkirin û malên wan lêkolîn hatin kirin.
Polîsan tohmetbarên endamên DAIŞê, ji bo lêpirsînê birin Rêveberiya Ewlehiyê.